HPG’ê nasnameya 3 Gerîllayên ku li Herekolê Şehîd bûne eşkere kir

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku Gulanê li Herekolê şehîd bûne ragihand û got, ‘’Hevrêyên me Bêrîtan, Gever û Serhildan di nav berxwedana gerîla de bi fedakariyeke mezin cihê xwe girtine û heta hilma xwe ya dawî ji bo azadiya gele me şer kirine.’’

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku şehîd bûne ragihand.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

Di daxuyaniya xwe de ya 11’ê Hezîranê me ragihandibû 29’ê EGulanê artêşa TC’ê ya dagirker li qada Deriyê Egîda ya herêma Herekolê ya Sêrtê operasyonek daye destpêkirin û di vê operasyonê de 3 hevrêyên me yên leheng ku heta bi guleya xwe ya dawî derbên giran li dagirkeran dane şehîd bûne. Agahiyên nasnameyê yên hevalên me yên şehîd wiha ye:

Nasnav: Berîtan Sila
Nav û Paşnav: Nahîde Tîmur
Cihê Bûyinê: Wan
Navê Dê û Bav: Adile – Abdulkerîm
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 29 Gulan2020 / Sêrt

 

Nasnav: Gever Erdem
Nav û Paşnav: Emrullah Kırkagaç
Cihê Bûyinê: Hakkari
Navê Dê û Bav: Bazgan – Seyfettîn
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 30 Gulan2020 / Sêrt

 

Nasnav: Serhildan Agirî
Nav û Paşnav: Dilan İlhan
Cihê Bûyinê: Sêrtt
Navê Dê û Bav: Wetha – Abdulmecît
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 29 Gulan2020 / Sêrt

Hevrêyên me Bêrîtan, Gever û Serhildan serhildêriya cografyaya ku lê mezin bûne bandora xwe li wan kiriye, rastiya dijmin ê zû nas kirine û di salên ciwantiyê de di nav Têkoşîna Azadiya Kurd de cihê xwe girtine. Hevrêyên me Bêrîtan, Gever û Serhildan ku ji roja tevlî nav refên gerîla bûne bi tevlêbûneke jidil bûne gerîlayên zîrek, li dijî êrîşên ku desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ku li ser Kurdistanê pêş xistine bi çalaki bersiv dane û di nav pratîkê de bûne şervanên zîrek. Hevrêyên me Bêrîtan, Gever û Serhildan di nav berxwedana gerîla de bi fedakariyeke mezin cihê xwe girtine û heta hilma xwe ya dawî ji bo azadiya gele me şer kirine.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd em sersaxiyê didine hemû gele xwe yê welatparêz û em soz didin heta ku em îdealên şehîdên xwe bi cih bînin em ê têkoşîna xwe bidomînin’’

Nivîsa Pêş