BÎELEFELED – Serokê Navenda Ciwanên Karker-AJZ a li dijî hewldanên rakirina wêneyê li ser dîwarê AJZ a ciwanê Kurd Halîm Dener ê 30’ê Hezîrana 1994’an ji aliyê polîsên Elman ve hatibû qetilkirin, ji doza jê dihate darezandin hate berdan.
Rûniştina doza li Dadgeha Herêmî ya Bîelefeld saet 13:00’an pêk hat, dadger doz di çarçoveya huner û îfadeya raderbirînê de girt. Dadger diyar kir ku wêneyê li ser dîwar ê Halîm Dener yê li Navenda Ciwanên Karker-AJZ 23 sal in hene û dîwar ne nû ye.
Dema ku rûniştin pêk dihat jî, li derve çalakiyek hate kirin. Aktivîstên YXK, JXK, TCŞ û JCA û endamên AJZ, Antîaf, ALIBI (antî-cepgirên mîllî ên Bîelefeld) komên zanîngehê Cafe Exîl û Antîfa Ag saet 10:30’ê mîtîngek çavdêriya dozê organîze kir.
Di tevahiya çalakiyê de li ser êrîşên nîjatperest ên polîsên Elman, zext û şideta polîsan a li ser tevgera azadiya Kurd û Halîm Dener agahî hatin dayîn.