Li Amedê coşekî mezin

Heyeta ‘Meşa Demokrasiyê’ ya ji Wanê ketin rê bi coşekî mezin li Amedê hatin pêşwazîkirin. Heyetê bi gotina; ‘Spasiya Amedê ya paytexta berxwedanê ye dikin’ peyamên yekîtiya netewî da.

AMED – Meşa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a bi sirûda ‘Li dijî darbeyê meşa demokrasiyê’ ya ji Colemêrg, û Edirneyê ber bi Enqerê ketine ser rê dewam dike. Heyeta ku li Êlihê bi gel re hatin ba hev gihişte Amedê. Girseya ku di saetên zû de hatin pêşiya avahiya HDP’ê bi dirûşim û govendfê man li benda heyetê. Di ketina bajar de gel bi çepikan konvoy silav kir. Hinekan li ser şanenînan heyet silav kir û hinekan jî dema li trafîkê bûn bi korneyên wesayîtan piştgirî dan heyetê.

Li gel gel Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Bedran Ozturk heyet li pêşiya avahiyê pêşwazî kirin. Gel bi dirûşmên ‘Berxwedan jiyane’, ‘HDP gel e, gel li vir e’ û ‘Bijî Berxwedana HDP’ê’ heyeta hatin pêşiya avahiya HDP’ê ya bajar pêşwazî kirin.

Hevberdevkê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Sadet Şengolû gelê Amedê silav kir û diyar kir ku her cihên çûnê hatine astengkirin. Sedat bal kişand ku wê ti zext û êrîş nikaribe meşa wan bide rawestandin û got: “Ev meş wê me bigihîne, hêvî û serketinê. Em ê serê xwe li ber êrîşên li ser vîn û gelê me netewînin.Hemû hilbijêrên me yên li girtîgehan silav dikin. Li Amedê spasiya paytexta berxwedêran dikin.”

Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk jî anî ziman ku meş xwedî wate û dîrokî ye, divê hemû beş xwedî lê derbikevin. Bedaran êrîşa li ser Mexmûr şermezar kir û bibîr xist ku êrîşên tên kirin li dijî destkeftiyên gelê Kurd in. Bedran li ser rojeva yekîtiya netewî ya li Rojava jî got; ‘hêviyê’ dide û domdar got: “Li çar parçeyan ji bo ev yekîtî pêk were, em ê xebatên xwe bidomînin.”

Di dema Bedran diaxivî de bi yek dengî dirûşma ‘Her der Mexmûr her der berxwedan’ hate qîrkirin.

Daxuyanî bi gerandina govenê ya gel ve bi dawî bû.

Nivîsa Pêş