HELEB – Tevgera Jinên Ciwan bi armanca birêxistinkirina jinên ciwan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê navendeke xwe li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûd vekir. Bi sedan jinên taxê tev li şahiyê bûn.
Navend bi navê şervana YPJ`ê Zêneb Berekat (Tîmav Serbilind) a ku di Berxwedana Rûmetê de di 29`ê Cotmeha 2019`an de li bajarê Girê Spî şehîd ketiye hate binavkirin.
Şahî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre endama Tevgera Jinên Ciwan Emîne Ebdo axivî û vekirina navendê pîroz kir û got: “Em şervanên YPJ`ê yên ku li di xandekên berxwedanê de li dijî dagirkeriya Tirk li berxwe didin bi vekirina navendê pîroz dikin.”
Endama rêveber a Kongreya Star Nehla Mistefa axivî û vekirina navendê pîroz kir. Nehla di nav axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan da.
Piştre Koma Şehîd Barîn a govendê ya girêdayî Navenda Cemêl Horo ya Çand û Hunerê berhemên xwe pêşkêş kir. Paşê dayîkên şehîdan navend vekirin.
Di dawiya şahiyê de Koma Siya Jin a stran stranên gelêrî vegotin û beşdaran xelekên govendê gerandin.