QENDÎL – Ciwanên Binarê Qendîlê, li hember êrîşên hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Heftanîn bi daxuyaniyekê helwesta xwe diyar kirin.
Ciwanên Binarê Qendîlê, di daxuyaniyê de ev gotin:
“Em wek Ciwanên Binarê Qendîl, îşev ji bo êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Başurê Kurdistanê Herêma Heftanînê kombûne. Em ji vir didin diyar kirin ku ew zilm û zordarî û êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser axa me qebûl nakin. Em wek Ciwanên Binarê Qendîlê li hember dagirkeriya Tirk helwesta xwe eşkere dikin. Em ji bo axa xwe parastinê re amade ne.”
Daxuyanî bi sloganên “Bijî Berxwedana Heftanînê” bi dawî bû.