ZAXO – Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Perexê yê ser bi bajaroka Derkarê ya girêdayî Zaxo bomberdûman dikin.
Bomberdûman di van kêliyan de ku hê jî didome, têkildarî zerar û ziyana rû daye agahiyeke zelal nehatiye stendin.
Di bomberdûmana berî niha ya li ser gundê Sîda ya Şêladizê de 2 gundiyên ji eşîra Rêkan û 2 jî ji eşîra Oremar bi giştî 4 kes şehîd bûbûn. Navê wan wiha ne: Deman Omar, Newzet Mistefa Îslam, Azad Mehdî û Mûxlis Adem.
Her wiha di bomberdûmana li gundê Golka ya Metîna de jî ciwanê Kurd ê bi navê Emîn Salah Hesen jî şehîd bûbû.