NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistina Jinên Ciwan ên Tekoşer, ji bo piştgiriya ji hunera jinên ciwan û nasandina wê, li Çemçemal, Silêmanî û Helepçe bi dirûşmeya “Di çavên jinên ciwan de Jin û Kurdistan” pêşengeha wêneyan li dar xistin.
Li Başurê Kurdistanê, di alî civakî de Jin piçûk dîtin, di civak de rola Jin ya heyî binpêkirin û tund û tijiya li ser jinê di alî rêje de gelekî zêdeye. Ji ber vê yekê ev xebata hunerî ku Jinên Ciwan, di her qadî de gelekî balkişand û dengekî veda. Di vê çarçoveyê de ev xebat bi gotinek din li dij civakê sekinî û civakê bi aliyê xwe yên rasteqîn bandor kir. Li her sê şûna ku pêşengeh pêkhat bi hezaran kes ziyaret kir û eleqeyek nîşanda. Di nava van ziyaretvanan de gelekî zilam jî hebû.
ÇEMÇEMAL
Li Çemçemal pêşengeh di 14-15 Hezîranê de pêk hat. 12 jinên ciwan bi resmê xwe yên ku xêz kiriye tevlîbûn. Pêşengeh li Cafeyekî teybet pêkhat. Li Çemçemal bi sedan kes pêşengehê ziyaret kir. Di nav ziyaretvanan de Qeymakam û Serokê Şaredariyê jî heye. Jinên Ciwanên ku bi kedekî mezin ew resma xêz kiribûn duh roj ji gelek kes û ragihandinê re behsa çîroka resmê xwe kirin. Jinên Ciwanên ku tevlî pêşengehê bibûn piraniyê xwe peyama, “Bila tund û tijiya li ser Jin rabe” da û behsa giringiya piştgiriya jinê kirin. Di pêşengehê de gelek tablo ji alî ziyaretvanan ve hatiye kirîn.
SILÊMANÎ
Rêxmê ku astengî derxistina şûn û rewşa heyî bi tekoşîna Jinên Ciwan hat derbas kirin û pêşengeh li Majîdî Moll pêk hat. Pêşengeh di 16-17 Hezîranê de bi beşdarbûna 6 jinên ciwan hat li dar xistin. Bi sedan kes piraniyê xwe jinên ciwan pêşengehê ziyaret kir. Gelek ragihandinên heremê û cîhanê di pêşengehê de li ser şêwekar û resman dosya û bernameyên taybet çêkirin. Pêşengeh du roj domand û di pêşengehê de gelek tablo hat firotin.
HELEPÇE
18 Hezîranê de li Helepçe bi beşdarbûna 9 jinên ciwan pêkhat. Li Helepçe jinên ciwan ji bo ku pêşengehê çêbike rêxmê ku pirsgirêka cîh derket, bi israra jinên ciwan pêşengeh li Parka Baxê Giştî pêkhat. Ji bo cîh dayînê Qaymakamê Helepçe cîh nedaye. Rêxmê ev pirsgirêka li Baxê Giştî bi tevlîbûnek mezin pêşengeh bi awayek serkeftî bi dawî bûye. Li Helepçe jî pêşengeh rastî eleqeyek mezin hat û gelek tablo hatiye firotin.
Jinên Ciwan ên Tekoşer, bi pêşengeha Helepçe dawî li xebata xwe ya pêşengehê anî. Di giştî de 27 jinên ciwan bi awayek fermî tevlî pêşengehê bû. Jinên Ciwan, di alî xebatên hunerî û xebatên din de ji bo pêkanîna wan kar û xebatên xwe didomîne.
Jinên Ciwan ên Tekoşêr, dide diyar kirin ku ev pêşengeha ku li Çemçemal, Silêmanî û Helepçê pêk hatiye ji bo bîranîna di şexsê Barış Çakanê ku ji bo muzîka Kurdî guhdar kiriye ji alî faşîstên Tirkan hatibû qetilkirin de şehîdên çand û folklora Kurdî hatiye li dar xistin.