NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî aganiyan, li El Raî, teqemenî bi wesayita zirxî ya bi tîpa Kîrpî ya dewleta Tirk ve teqiya. Tê gotin ku ji ber teqînê mirî û birîndar ji artêşa Tirk a dagirker hene. Têkildarî teqînê agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.
Li aliyê din, dewleta Tirk a dagirker bi topan êriş bir ser gundê Tweîlê yê li başûrê Til Temirê. Hate ragihandin ku êriş ji aliyê dagirkerên li gundên Erebeîn û Leylanê hatiye kirin.