STENBOL – Parêzerên Rêberê Gelan Abdulah Ocalan, Rêzan Sarica, Îbrahîm Bîlmez, Serbay Koklu û Raziye Turgut ji bo bi daxwaza sibe bi muwekîlê xwe yê li Girîgeha Tîpa F a Parastina Bilind a Îmraliyê hevdîtinê pêk bîne serî Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan tenê di dîrokên 2-22 Gulan, 12-18 Hezîran û 7’ê Tebaxa 2019 de hevdîtin pêkanîbûn.
Ji 81 serlêdanên ji 7’ê Terbaxa 2019’an heta niha ti bersivek ne hatiye dayîn.