MEXMÛR – TCM û TJCM’ê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûr bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo Cenga Heftanînê dan diyarkirin. Di daxuyaniyê de banga tevlîbûna nav refên azadiyê hat kirin.
Beriya daxuyani dest pê bike ji bo tevahî cangoriyên şoreşê rêzgirtin pêk hat. Pişti rêzgirtinê li ser navê Meclîsa Ciwanan Riza Oy daxuyanî xwend.
Riza Oy got, “Di pêvajoya em têre derbas dibin de gelê Kurd temsîliyêta gelên bindest dike. Ji ber wê yekê hemû hêzên desthilatdar erîşî me dikin ku me radest bigirin. Bi balafirên şêr erîş dikin û qetlîaman pêk tînin. Îro jî li Heftanînê cenga hebûnê tê meşandin. Dewleta Tirk û hevkarên wê bi ser nakevin.”
Riza Oy herî dawî got, “Li hemberî van êrîşan û dagirkeriyê tenê yek rê heye, ev jî çiyayên azad in. Em bang li hemû ciwanan dikin ku bên tevlî refên azadiyê bibin.”
Daxuyanî bi dirûşma, “Bijî berxwedana Heftanîn” bi dawî bû.