MARÎGNANE – Li bajarê Marîgnane ya Fransayê endamÊn Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bi meşekê şermezar kirin.
Ciwanan bi dirûşmên, ”Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan”, ”Kurdistan wê ji bêbextan re bibe goristan”, ”Ciwan fedaiyên Apo ne”, ”Terorîst Erdogan, kujer Erdogan.”
Meş saetekê dom kir, çalakî li ber Şaredariya Marîgnane bi mitîngê dom kir, ji bo 3 jinên ku bi destê dewleta Tirk li Kobanê şehîd bûn û şehîdên şoreşê deqeyekê rêz hate girtin.