ŞÊLADİZÊ – Çavkaniyekî herêmî li Şêladizê ji ajansa me re ragihand, îro danê sibehê asayişa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Şêladizê rojnamevan Qehreman ku kurê Şûrkî Rêkanî ye destgîr kiriye û heta niha jî nehatiye malê.
Di heman demê de ew çavkanî jî da diyarkirin ku Qehreman Şûkrî Rêkanî berê jî çend caran ji aliyê asayişê ve bang lê hatibû kirin, lêkolîn derbarê de hatibû kirin çima tevlî kanala Stêrk Tv bûye û rewşa jiyana xelkên Şêladizê ji wê re ragihandiye.
Qehreman Şûkrî Rêkanî yek ji rojnamevanê devera Şêladizê ye, her wiha kurê rojnamevan Şûkrî Rêkanî ye ku rojnamevan Şukrî Rêkanî 4 roj winda bibû û di 1’ê Kanûna 2016’an de cenazeyê wî hatibû dîtin. Qehreman di demên borî de di dema serhildana gelê Şêladizê de karî bi awayekî rojnamegerî serhildana gel bişopîne.
Destgîrkirina rojnamevan Qehreman Şûkrî Rêkanî di demekê de ye ku PDK 3’ê hezar çekdar şandine devera Şêladizê, ji bo ku navend û baregehên dewleta dagirker a Tirkiyê ji nerazîbûnên serhildana gel biparêze.