Di civînê de rêvebera Meclisa Jinên Ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jiyan Koçer der barê rewşa jinên ciwan ya demên dawî de axivî. Jiyan Koçer behsa sûcên dewleta Tirk kir û wiha anî ziman: “Armanca dewleta Tirk îradeya jinên rêxistinkirî bişkîne. Ji ber wê jî sûcan li dijî wan pêk tîne û beriya çend rojan gundê Helinc ê Kobanê bi firokeya bêpîlot bombebaran kir.”
Jiyan Koçer bal kişand ser sûcên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî ji revandin, kuştin û guhertina demografiya herêmê.
Jiyan Koçer pişterast kir ku rêxistinkirina jinên ciwan yek ji armancên wan ên sereke ye û ji bo wê jî dê li hember dewleta Tirk û sûcên ku li dijî jinan pêk tîne, li ber xwe bidin.
Di dawiyê de Jiyan Koçer got ew ê kongreyekê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê di demên pêş de lidar bixin.