BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan û êrîşên dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:
HEFTANÎN
“Li dijî êrişa dagirkeriyê ya artêşa TC a dagirker a li ser herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, berxwedana dîrokî ya hêzên me dewam dike. Li dijî planên dagirkeran ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê, ku bi avakirina herêmên tampon dixwazin vê bikin, hêzên me çalakiyan li dar dixin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan wiha ne:
25’ê Hezîranê di navbera hêzên me û dagirkeran de yên ku hewl didan li qada Şeşdara bi pêş ve biçin, serê sibehê şerekî dijwar qewimî û heta êvarê dewam kir. Li dijî dagirkerên ku bombardûmaneke giran li herêmê dikirin, hêzên me bi lehengî li ber xwe dan û li vir 7 leşker ceza kirin, zêdeyî 10 leşker jî birîndar kirin. Hevrêyên me Esmer Devrîm, Sema Kato, Arîn Engîzek, Berîvan Cûdî û Ararat Serhat ku di bin fermandariya hevrê Esmer Devrîm de heta fîşeka dawî şer kirin, tevlî karwanê şehîdan bûn.
26’ê Hezîranê li dijî dagirkerên ku hewl didan li qada Şehîd Cûdî bi pêş ve biçin, hêzên me yên YJA Starê bi taktîka sabotajê çalakî kirin. Di encamê de leşkerek hate cezakirin.
Şeva heman rojê hêzên me li dijî dagirkerên li qada Xantûrê çalakiyeke xurt kirin. Di çalakiyê de gelek leşkerên dijmin hatin cezakirin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyê wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.
ÇELÊ
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker çalakî li dar xistin. Di vê çarçoveyê de;
24’ê Hezîranê saet di 17:00 de hêzên me yên YJA Starê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Rêber ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de ku li dijî kepçeyeke dagirkeran hate kirin, kepçe îmha bû, 2 leşker hatin cezakirin û 2 leşker jî birîndar bûn.
27’ê Hezîranê saet di 05:00 de hêzên me li dijî qereqola Gire ya li navçeya Çelê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de ku li çeper û stargehên li qereqolê hate xistin, hejmara leşkerên hatin kuştin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.
31’ê Gulanê li qada Derewa Qesradê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê, artêşa TC a dagirker dest bi operasyonekê kir. Di dema operasyonê de di navbera hêzên me û dagirkeran de şer qewimî. Derbên giran li dagirkeran hate xistin. Hevrêyên me Brûsk, Harûn û Kawa yên heta fîşeka xwe ya dawî şer kirin şehîd bûn.
ÊRÎŞÊN HEWAYÎ
26’ê Hezîranê saet di 19:30’î û 27’ê Hezîranê saet di 21:30’î de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qada Sîda ya herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat, lê belê agir bi herêmê ket.”