NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandina Yekîtinên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyekê nasnameya gerîlaya ku di sala 2019’an de di êrişa hewayî ya artêşa Tirk de şehîd bûyî eşkere kir.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin;”Di encama êrişekî hawayî ya artêşa Tirk ya li ser Zazanên Asosê de di sala 2019’an de hevala me Evîndar Bêrîvan tevlî karwanê nemiran bû. Heval Evîndar ji malbatatek welatparêz û azadîxwaz li gundê Keçel Awa ya ser bi Serdeştê ya parêzgeha Urmiyê ji dayik bûye. Di demek kin de armancên wê bilind bûne û di nava hevalên xwe de bûye mînakek a fedekarî û hevaltiyê. Weke hevalên Şehîd Evîdar sersaxiyê ji malbat û hevalên wê re daxwazin. Em soza xwe ya ji bo şopandin û riya şehîdan dubare dikin. Heta dawiya nefesa xwe ji bo hêvî û armacan em ê têbikoşîn.”
Nasnameya hevala şehîd wiha ye;
Nav û paşnav: Esrîn Mihemedî
Nasnav: Evîndar Bêrîvan
Dîrok û cihê tevlîbûnê: 2017- Serdeşt
Cih û dema şehîdbûnê: 2019- Asos