NAVEND NÛÇEYAN – Yekîtiya Jinên Ciwan bi armanca xwe perwerdekirin û xwedî li nasname û hebûn jin derketin Kamp ji bo Jinên Ciwan li Herêma Firatê dane dest pêkirin. Kamp ji 21 Jinên Ciwan pêk tê, hat zanîn ku di perwerdeya Kampê de wê waneyên cûda cûda werin dayin. Wek Zayindperestî, Jineolojî, Civaka xwe naskirin û hwd…
Jina Ciwan a bi navê Silava di derbarê tevlîbûna xwe ya Kampê de ji Ajansa me re axivî û wiha dest bi axaftina xwe kir; “ Em sibehê perwerda bîrdozî dibînin heya nîvro, piştî nîvro em perwerdê di milê Çand, Dîrok, Çand û Huner, Werzîş, Tekwando û hwd… em 21 Jinên Ciwan tevlî vê Kampê bûne.”
Her wiha Jina Ciwan a ji bajarê Hesekê Jînda Elî jî nerînên xwe anîn ziman û wiha got; “ Di 19’ê mehê de, em wek jinên ciwan tevlî perwerdê bûn ev Kampa me ya perwerdê jî xwezayi ye. Rastî xweşbûyinek heye, watedayinek heye. Em waneyan dibin wek Çand û Exlaqe, Welatparêzî, ev nêzî 3 roje me dest bi perwerda xwe kiriye, rihekî avadike. Yanî tu carî ne diket bala me, em wek Jin xweser jiyan bikin, jiyaneke xweş û bi wate, di dema niha de ev tişt pêk hatin. Ji xwe perwerde guhertin û veguhertineke, perwerde pir başe ji bo kesan bi taybet Ciwan û Jin.
Bangewaziya min ji bo hemû jinan heye da ku tevlî perweda bibe. Çiqas ew dewletên dagirker mejiyê me xistibe qalibekî de, ji ber ku desthilatdariyek li ser me hatiye meşandin, dewletên Kapîtalîst ev tişt li ser me meşand, ne hişt em baş bifikirin, zimanê me qedexekirin, me ji çanda me durxistin, pir zilm û zordarî me jiyan kir. Lê di van 9 salana de, di vê Şoreşê de rastî pir kêfxweşiyek heye ji ber ku em bi Zimanê xwe, Hêza me, em derbasî Perweda dibin, xweşbûyinek heye, watedayinek heye di vê Şoreşê de.
Em ê weke Jinên Ciwan her tim tevlî perwerda bibin heta ku pêşketineke were avakirin, ji ber ku Ciwan ew esasê Civakê ne. Yanî Ciwan çi bigrê, ew nifşê nû avadikê, ew çi bigre wê nifşê nû jî wê bigre, ama bi rengekî demokratîk”.
Di heman demê de Îman nerîna xwe anî ziman û got; “ Wek Endameke Jinên Ciwan em hatine tevlî vê Kampê bûne, em jinên ciwan kom bûne û tevlî vê Kampê bûne, em perwerde dibînin wek Çand, Exlaq, Rastiya Serokatî, perwerda me li vir pir baş derbasdibe. Em li vir dikarin tiştê nû bi afirînin, li vir rihê rêhevaltiyê bêhtir xurte. Em bi hev re kom dibin û wanê xwe dibînin. Em bangî Ciwanan dikin da ku werin tevlî vê Kampê bibin, ji ber ku pir xweşe hem ji aliyê fikir mirov xwe pêşdixe û hem ji aliyê rihê rêhevaltiyê ve mirov bêhtir wate didiyê.