NAVENDA NÛÇEYAN – Li navçeya Bazarcix a Gurgumê 4 kesên 30’ê Hezîranê hatibûn destgîrkirin, piştî karûbarên wan ên li emniyetê û şûnde sewqî Edliyeya Bazarcixê kirin. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê navçeyê Nacî Kiziler hevserokê dema berê Mûart Guvenc, rêveberên partiyê Îbrahîm Ganîdagli û Mesût Gozlugol ên birin edliyeyê bi îdîaya ‘peydakirina desteka fînansî ya ji bo rêxistinê’ îfade da dozgeriyê
Dadgeha Ceza ya Sulhê her 4 kes girtin.
AMED
Di saetên sibê de polîsan avêtin ser du malên li taxa Şaar û Kelvan ên navçeya Lice ya Amedê. Piştî lêgerînên li malan hatin kirin û şûnde Hebat Saçal (25) û Serdar Canpolat destgîrkirin.
Hate zanîn ku Canpolat û Saçal birine Midûryeta Emniyetê ya Amedê.