NAVENDA NÛÇEYAN – Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wan, bi topan li qemyoneke bar dan ku li ser rêya M4 bû û ji Eyn Îsayê diçû navçeya Çelebî.
Ji ber bombardûmanê ajokarê qemyonê Ûsama El Esaf ê 31 salî birîndar bû.
Esaf ji aliyê şêniyên herêmê ve rakirin nexweşxaneyê.