NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Mehmet Sevgat (Bedran) ragihand, ku 5’ê Tîrmehê li navçeya Huyuk a Konyayê çalakiya “şewitandina zeviyên çandinî yên faşîstan” pêk anîne û di encamê de “qadeke ji 172 hezar metreçargoşeyî bi temamî şewitiye.” Li gorî daxuyaniyê hin makîneyên kar jî yên li nava zevî şewitîne.
Yekîneyên Tolhildanê diyar kirin, “Dadgirkerên ku li pêşberî berxwedana gerîla derbên giran dixwin, li Kurdistanê êrişê dibin ser sivîlan û jîngehên wan.” Yekîneyên Tolhildanê ragihand ku ev çalakî ji bo bîranîn “şehîdên leheng” ên berxwedana Cenga Heftanînê hatiye lidarxistin.