SILÊMANÎ – Jinên Ciwan ên Tekoşer, di çarçoveya Pêngava Seferberiya Heftanîn de ji bo leşkerên Tirk ên dagirker ji axa Başur Kurdistanê û Irakê derbikeve dest bi kampanyaya kom kirina îmzeyê kirin.
Endamên rêxistina ciwanan li Herema Silêmanî; Bazyan, Tekye, Karadax, Tasluce, Bacan û navenda bajarê Silêmanî îmze kom dike. Heta niha li heremê 3 hezar îmze hatiye komkirin. Gelên heremê eleqederbûnek mezin ji bo kampanyaya îmzeyê nîşan dide û ji endamê rêxistina ciwana re ji bo kampanya dest xweşî dike.
Kampanyaya komkirina îmzeyê li ji alî Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Tekoşer ve li seranserê Başurê Kurdistanê; Duhok, Hewlêr, Silêmanî, Ranya, Helepçe, Qendîl, Kelar, Kerkuk belav dibe.
Ciwanên Welatparêzên Kurdistan û Jinên Ciwan ên Tekoşer, di roja bîranîna Şehîd Zîlan de li Qendîlê bi şîara, “Ji Bo Kurdistanek Azad û Serbixwe Faşîzmê û Dagirkerî BIRÛXÎNE” Hamleya Seferberiya Heftanîn ragihand. Jinên Ciwan, di çarçoveya seferberiyê de dest bi kampanyaya îmzeyê kir.
Di sala 2011an de jî Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Tekoşer, li Başurê Kurdistan ji bo derxistina hêzên dagirkeriya Tirk ji Başur û Irak mîlyonek îmze kom kiribûn.
Kampanyaya îmzeyê li ser Change.org ê jî hatiye destpê kirin. Li ser dîjîtal medya jî gelekî belav bûye.