WAN – Li Gola Wanê di keştiya noqî avê bûyî de 100 koçber fetisîn û mirin. Di xebatên rizgarkirinê de ku 13 roj in didome, keştî li derdorî Grava Çarpanakê di kûrahiya 106 metreyî de hate dîtin. Derket holê ku keştî ya Serokê AKP’ê yê navçeya Westanê Tahsîn Demîrmencioglû ye. Her wiha her 13 cenazeyên hatine dîtin jî ne ji aliyê tîmên rizgariyê ve hatine dîtin, cenazeyên li peravê dane bi navê ‘hatine rizgarkirin’ bi raya giştî re hatiye parvekirin.
Ji ber biryara veşariyê li ser dosyaya lêpirsînê ya têkildarî keştiya noqî avê bûye heye, agahiyên zêdetir nayên girtin û heta niha li ser mijarê 5 kes hatine destgîrkirin.
KEŞTÎ YA SEROKÊ AKP’Î YE
Li ser keştiya koçberan xebatên lêgerînê hê jî dewam in, li Wanê xebatkarekî saziya cemaweriyê ragihand ku keştî ya Serokê AKP’ê yê navçeya Westanê Tahsîn Demîrmencioglû ye. Serokê AKP’î yê navçeyê li rayedaran geriyaye û diyar kir ku keştiya noqî avê bûye ya wî ye, yekan e kesê ji keştiyê rizgar bûye jî xwarziyê wî ye, daxwaza alîkariyê kiriye.
GUZEL: BÊCEZATÎ CESARET DIKE
Li ser mijarê Hevseroka Navenda Lêkolînkirina Koçberan a Wanê Hanîfe Guzel li ser mijarê agahî da û got: “Koçber terkî qedera wan hatiye kirin. Eger dewlet erka xwe pêk neîne, wê ev mirov bikevin destê qaçaxçiyan û encam jî ev be. Bê cezatî û hikûmkirin jî cînayet zêde kirin. Li vê dinê tişta herî xirab qaçaxçiya mirovan û îstismar e. Di vê mijarê de divê her kes bi hesyar be. Yan jî em ê rû bi rûyên bûyerên hê xemgîntir bên.”