BINARÊ QENDÎL – Meclîsa Ciwanên Binarê Qendîlê ya Ciwanên Welatparêz, li Qendîlê di çarçoveya Pêngava “BIRÛXÎNE” ya Seferberiya Heftanîn de ji bo bîranîna Şehît Helmet (Diyar Xerîb) turnuvaya futbolê li dar dixe.
Turnuvaya futbolê 3 şeve didome. Turnuva ji alî ciwanên Qendîlê ve rastî eleqederbûnek mezin tê.
Ji hemû dewerên Binarê Qendîlê ciwan tevlî turnuvayê dibin. 18 tîm tevlî dibe û her tîm ji 9 kesan pêk tê.
Şêniyên Binarê Qendîlê jî her şev ji bo lîstikan temaşe bike berê xwe dide cihê turnuvayê.
Encama duh şev;
Agirî 2 – 1 Qalala
PKK (Qadrawa) 1 – 0 Helokanî Qendîl