SAKARYA – Li herêma Taşkisigi ya girêdayî Sakaryayê li fabrîkaya fîşekên hewayî de dîsa teqînek mezin rû da. Li gorî agahiyên destpêkê leşkerên dagirker di teqînê de birîndar bûne û yê mirî jî hene. Çavkaniyên dewleta tirk a dagirker dibêjin ku 3 leşkerê wan hatiye kuştin die teqînê de.
Gelek ambûlans û tîmên agirkuj hatin cihê bûyerê.
3’yê Tîrmehê di kargeha fîşekên hewayî ya Sakaryayê de teqîneke mezin rû dabû û di encamê de kargeh ji kar ketibû. Her wiha hejmareke zêde kes miribûn û birîndar bûbûn.