KOBANÊ – Dewriye ji 4 panzêrên her du aliyan û helîkopterên Rûsyayê pêk hat û li gundê Aşmê dest bi gerê kir.
Tê payîn ku dewriye di gundên Aşmê, Carqelê, Cibinê, Beyadiyê, Zormexar, Mişko, Bênder, Gereqûyê, Qulê, Sosan, Boban, Xorxorî, Dîkmedaş û Qiranê re jî derbas buye.
Wekî gelekî caran ciwan û gelê Kobanê bi keviran pêşwaziya panzêrên dewleta Tirk a dagirker kir û derbasbûna wan ji xaka xwe re red kir. Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebûna dewleta Tirk a dagirker li axa xwe qebûl nakin û nerazîbûnê bi avêtina kevirin raber dikin.
Dewriyeyên li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê bi rê ve diçin, li ser esasê hevpeymana 22’yê Cotmeha 2019’an a di navbera Rûsya û Tirkiyê de bi rê ve diçin.