QAMIŞLO – Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo endamên Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl û jina welatparêz xwediya malê Emîna Weysî yên ku 23’yê Hezîranê di êrişa balafira bê mirov a dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Helîncê yê Kobanê şehîd bûn çalakiyek girseyî lidar xistin.
Jinên Ciwan li dijî hedef girtina jinên li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê derketin qadan. Jinên Ciwan ji tevahî qantona Cizirê li Qamişlo kom bûn û meşîyan. Bi wêneyên 3 jinên şehîd, ala Yekîtiya Jinên Ciwan û bi pankartan ve meşîyan. Jinên Ciwan ku me mîkrofona xwe dirêj wan kir, li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Heftanînê û Kobanê nerazibûna xwe anîn ser ziman û destnîşan kirin ku ewê her dem li qadan bin.
Piştî meşê li ser navê Rêxistina Yekîtiya Jinên Ciwan Ozgur axivî: “Beramberî pêşeng û qehramanê me Heval Nucan û Heval Avesta em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û em soza xwe dûbare dikin ku em ê li bîranînên wan dilsoz bimînin. Dewleta Tirk a dagirker ji bo me xilas bike li çar parçeyên welat êrîşên xwe berdewam dikin. Dijmin li Bakûrê Kurdistanê jin û ciwanan ji ber rola wan a giring ya pêşengtiya civakê kirin ve davêjin zindanan. Li Başûrê Kurdistanê jî êrîşên li dijî hêrema Heftanînê hin jî berdewan e. Em baş dizanên ku ev êrîş berdewamiya Komployê Navnetewiye. 40 sal in dewlet nikare me tune bike, ji ber ku yê berxwe didin ne artêşeke, geleke, ciwanin û jinin. Ji ber vê pêşengên berxwedaniyê, jinan hedef digirin ji ber vê Heval Zehra hedef girtin. Binîn bîra xwe dema Heval Sara, Rojbin û Ronahî hatin qetil kirin, ji bo bîranîna wan me şoreşa Rojava pêk anî. Em ê xwîna şehîdên xwe erdê nahelîn ji bo bîranêna wan em ê Şoreşê mezin bikin.”