NAVENDA NUÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Bakur Rojhilatê Sûriyê ji bo ciwanan dewreyên perwerdeyan da destpê kirin. Ciwan û Jinên Ciwan ku beşdarî Akademiya Şehîd Navdar Serhed, dewreya Yilmaz Agir Serhed bibû derbarê perwerde û jiyana li akademiyê ji ajansa me re axivîn. Di akademiyê bi giştî 25 ciwan ji pêkhateyên Kurd û Ereb hebûn.
Di akademiya Şehîd Navdar Serhed ciwan û jinên ciwan ji pêkhateyên cuda cuda dersên îdeolojîk, siyasî, civakî û dîrokî distînin.
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ahmed ku eslê xwe ji Efrînê ye akademiyê wiha anî ser ziman: “Ev nêzî 5 roj in em li vir in. Ji bo me ev akademî tiştekî pirr başe, em gelek tiştan fêr dibin. Serê sibehê em werzîşa xwe dikin. Gelek seminerên çûr be çûr tên dayin. Ji bo xweguhertin û civakê guhertin em xwe perwerde dikin. Ji bo em bikarin wate bidin jiyana xwe û civaka heyî pêwiste em xwe perwerde bikin. Ez bang li tevahî ciwanan dikin ku ger karê wan nine be, bila werin ev cih û tevlî perwerdeyê bibin. Hertim li mala xwe rûniştî nabe, pêwistî bi perwerdeyên wiha heye.”
Jina Ciwan bi navê xwe Silava jî tevlî perwerdeyê bûye û nerînê xwe wiha tine ser ziman: “Li dijî desthilatdaran ku her dixwaze jinê tune bike ez tevlî vê perwerdeyê bûme. Em li vir li ser dîroka jinê perwerde dibinin. Li hemberî dijminê ku dixwaze îradeyê jinê bişkine pêwiste her jinek ciwan were xwe perwerde bike û zana bibe. Em wan planên dijmin qebûl nakin, emê xwe li dijî vê yekê pêş bixin û siyaseta wan vala derbixînin.”
Ciwanê bi navê xwe Ciwan e, wiha perwerdeyê dinirxine: “Ev perwerdeya me fikrî ye, siyasî ye. Em li vir fikrên Serok APO fêr dibin. Em bi hêvî ne ku hemû ciwan werin tevlî vê perwerdeyê bibin. Di perwerdeyê mirov xwe nas dike, Kurditiyê nas dike. Her ciwanek şoreşger ji bo xwe nas bike, mafê xwe, rola xwe nava civakê nas bike pêwiste were tevlî perwerdeyê bibin. Ev 5 hezar salin ev civak bindest e, êdî ji bo em xwe ji vê yekê rizgar bikin pêwiste em xwe zane bikin.”
Janiyar ku cihê xwe nava Tevgera Xwendekarên Rojava de digre wiha ji ajansa me re axivî: “Li vir di navbera me de hevaltiyek pirr xweş heye. Hevaltiya me hem di milê heneka, him jî di aliyê perwerdeyê de gelekî xurt e. Encax perwerdeyek wusa rihê hevaltiyê ava bike. Ji ver vê bila her ciwanek were beşdar bibe. Bi riya perwerdeyê em rastiya xwe nas dikin.”