SILÊMANÎ – Bi pêşengtiya Jinên Ciwan ên Tekoşer ya ku di çarçoveya Pêngava “BIRÛXÎNE” ya Seferberiya Heftanîn de ji bo leşkerên Tirk ên dagirker ji axa Başur û Iraqê derbikeve kampanyaya îmzeyê ku dabû destpê kirin li Herema Kurdistanê her roj bi belavbûnê berdewam e.
Ciwanan li navçeya Dûkan ya Silêmanî, dest bi îmze komkirinê kirin. Ciwanan bi sedan îmze komkirin. Ciwan û şêniyên Dûkanê eleqederbûnek mezin nîşanê kampanyaya îmze kirin. Ciwan û şêniyên navçeyê di derbarê dagirkeriya Tirk de her bertekên xwe danî ziman.
Ciwanek jî dema ku îmze diavêt hestên xwe wiha anî ziman: “Di rastî de hîç tiştekî xweş li holê nîn e. Her roj êrîşê axa me dike. Dibêje PKK terorist e lê hîç tiştek wisa nîn e, ew bixwe teroristên, Erdogan terorîste”
Ciwanan li Dûkan mal bi mal, dukan bi dukan geriyan.
Dema ku ciwanan ji bo kampanyayê îmze komdikirin asayîşa navçeyê astengî derxist. Di navbera ciwan û asayîşa navçeyê nîqaş derket. Di encam de asayîş nexişt ku ji bo leşkerên Tirk ên dagirker ji axa Başur derkebive îmze were komkirin. Asayîşa navçeyê piştî asteng kirinê ciwanan derxitin derveyî navçeyê.
Ruxmê astengiyê jî ciwanan bi sedan îmze komkirin.