NAVENDA NÛÇEYAN – Însiyatîfa Zarokên Agir daxuyaniyek weşand û ragihand ku li Stenbol, Balikesîr û Îzmîrê çalakî kirine.
Li gorî daxuyaniyê, 7’ê Tîrmehê li Şîşlî ya Stenbolê sê avahî hatin şewitandin. Hate ragihandin ku her sê avahî bi temamî şewitîne.
Di 8’ê Tîrmehê de jî li navçeya Karabaglar a Îzmîrê febrîqeyek li sîsteya pîşesaziyê hate şewitandin.
Însiyatîfa Zarokên Agir diyar kir ku di 9’ê Tîrmehê de li navçeya Kepsût a Balikesîrê qemyona ku ka tê de bû hate şewitandin.
Li gorî daxuyaniyê 9’ê Tîrmehê li navçeya Bornova ya Îzmîrê “wesayiteke taybet a kesekî faşîst” hate şewitandin.