DÊRIK – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Bakur Rojhilatê Sûriyê li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ji bo ciwanan kampek lidar xist. Kampa hefteyekê domiya li bajarê Dêrikê bi beşdarbûna gelek ciwan û jinên ciwan pêk hat.
Di naveroka kampê de dersên îdeolojîk, û gelek aktiviteyên jiyanî jî hebûn. Li kêleka werzîşê, çand û huner û mûzîk jî rolek giring di kampê de liste. Ciwanan bi stranan, wêneyan xêzkirin û lîstokên werzîşî rojên xwe têr û tijî dikirin. Bi niqaşan ciwanan hewldan pirsên di serê xwe de çareser bikin û rastiya civak û jiyanê fêm bikin.
Nûçegihanê me bi cend jinên ciwan û ciwanan re derbarê jiyana li kampê hevpeyvîna çêkir. Ciwanan wiha hêst, armanc û jiyana li kampê ji nûçegihanê me re vegotin.
Mahmut ji bajarê Rîmelan rojên xwe li kampê wiha vegot: “Jiyana li kampê pirr xweşe, em di nava xwezayê de ne. Em her sibeh dersên derbarê diroka ciwanan, rastiya ciwanan û rola ciwanan nava şoreşê de dibînin. Piştî nîvro em timan ava dikin û lîstokên werzîşî dilîzin. Bi giştî roja me hatiye plansazî kirin. Her rojek me pirr xweş derbas dibe.
Jina Ciwan Şilan ji Girkê Legê derbarê kampê ev tişt got: “Bi rihê hevaltiyê em di vê kampê de aktiviteyên cuda cuda pêk tinin. Em bihevre werzîşê dikin, mûzikê çêdikin, xwe perwerde dikin, televizyonê temaşe dikin. Pêwiste her ciwanek vê jiyana li kampê jiyan bike. Li kampê em pirr bêhnfireh bûn.
Omid Omar ji bajarê Tirbêspiye wiha hêstên xwe anî ser ziman: “Ji bo em ji jiyana rutin ya malê derbikevin û tevî hevalên xwe ên ciwan demek xweş derbas bikin, em hatin vê kampê. Rastî jî em gelek tiştî li vir fêr dibin. Rojên me têr û tijî derbas dibin.
Jina Ciwan bi navê Leyla Şêxo ji bajarê Hesekê wiha axivî: “Em wek jinên ciwan cihê xwe nava kampê de digrin. Em dersên îdeolojîk û fikrî dibînin. Bi werzîşê, muzîk, çand û hunerê rojê xwe xweştir dikin. Ji bo me ev jiyanek nû ye, ne wek jiyana me ya malê ye. Ev jiyana nû rastî jî gelekî xweşe, em gelek guhertinan dibînin. Pêwiste kampê wiha li tevahî Rojava bên çêkirin û her ciwanek cihê xwe di nav de bigre.