NAVENDA NÛÇEYAN – Însîyatîfa Zarokên Agir di daxuyaniyê de got li Beyoglu ya Stenbolê li dijî fabrîkaya kincan çalakiyek kirine û di encmê de fabrîka ketiye halekî wiha ku nema dikare were bikaranîn û şewatê rê li ber ziyaneke mezin vekiriye.
Însîyatîfa Zarokên Agir her wiha ragihand ku wan di 10’ê Tîrmehê li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê wesayitek şewitandine û 11’ê mehê jî li Edene li dijî 30 wesayîtî û li dijî qada parkê ya Zanîngeha Egeyê çalakiya sabotajê kirine.