REQA – Komîteya Tenduristiyê ya Reqayê û çend kesên di qada ragihandinê de pispor in çavdêriya perwerdeyê kirin û endaman têkildarî qada hemşîretiyê, destwerdana lezgîn, ragihandin û hunera wênegirtinê de waneyên teorîk û pratîk standin.
Merasîma bidawîkirina perwerdeyê li Yarîgeha Beledî ya li naverasta bajarê Reqayê bi rêzgirtinê dest pê kir û bi dehan ciwan, endamên komîteyên sivîl û malbatên endaman tev li şahiyê bûn.
Li ser navê Komîteya Tenduristiyê Ciwan Zexîra bang li beşdarên perwerdeyê kir ku di avakirina civakê de û xizmetkirina welatiyan de roleke diyarker bilîzin û perwerdeya dîtin, pêk bînin.
Çavdêrê dewreyê Mihemed Zuhêr got di demên pêş de ew ê gelek dewreyên wiha werin vekirin da ku ciwan enerjiya xwe bixin xizmeta civakê de.
Di dawiya şahiyê de Komîteya Ciwanan û Werzîşê û Komîteya Tenduristiyê bawername li endaman belav kirin.