NAVENDA NÛÇEYAN – Kampanyaya îmzeyan a ji bo derxistina leşkerên Tirk ji Başûrê Kurdistanê ku bi pêşengiya Jinên Ciwan ên Têkoşer di çarçoveya Pêngava “Birûxîne” ya Seferberiya Heftanînê tê lidarxistin, dewam dike. Kampanyaya îmzeyan rastî eleqeyek mezin a welatiyan te. Heta niha 5 hezar îmze hatine komkirin.
Silêmanî
Ciwanan li Cadeya Orzidî ya Silêmaniyê di çarçoveya kampanyayê de stand vekirin. Welatiyên bi germî nêzî kampanyayê dibin, bi îmzeyên xwe piştgiriya xwe nîşan dan.
Kerkûk
Komeleya Jiyanewey Gêncan jî li bazara Rehîmawa ya Kerkûkê îmze kom kirin. Ciwan li wir jî bi germî hatin pêşwazîkirin.
Kampanyaya îmzeyan a di rojên pêş de jî wê berdewam bike, tevahî îmzeyên bên komkirin, dê radestî hikûmet û Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî bên kirin.