NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî agahiyan, Mehmet Farûk Engîn, Baver Başar û Îbrahîm Halîl Karataş ên ji Doza Nisêbînê tên darizandin, di greva birçîbûnê de ne. Her sê girtî jî li Girtîgeha Girtî Tîpa T Hejmara 2 a Osmaniyeyê ne.
Ji ber ku mafê wan ê tedawîkirinê tê binpêkirin di 6’ê Tîrmehê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kiribûn.
Ji çalakgeran li lingê çepê yê Engîn parçeyê şarapnelê heye û saleke wî nabin nexweşxaneyê.
Başar û Karataş jî ji bo Engîn karibe bê tedawîkirin ketine greva birçîbûnê.
Girtî dixwazin astengiyên li pêşiya tedawiyê bên rakirin di alakiyê de ne.