SILÊMANÎ – Kampanyaya îmzeyê ya ji bo leşkerên Tirk ên dagirker ji axa Başur û Iraqê derbikeve Jinên Ciwan ên Tekoşer û Ciwanên Welatparêz di çarçoveya Pêngava “BIRÛXÎNE” ya Seferberiya Heftenîn de dabû destpê kirim didome. Kampanya li seranserê Başurê Kurdistanê didome. Heta niha bi hezaran îmze hatiye komkirin. Ji gelek aliyên siyasî piştgirî dide kampanya.
Parlementerê Herema Kurdistanê ya fonksiyona Komeleya Îslamî Soran Omer piştgirî da kampanyayê û di derbarê êrîşên dagirkeriya Tirk de axivî.
Parlamenter Soran Omer destpêka axaftina xwe de di derbarê dagirkeriya Tirk de wiha got: “Destpêk dewleta Tirk a dagirker şermezar dikim ku leşkerên wî sînorê Herema Kurdistanê derbas kiriye. Tirkiye bixwe aşkere kiriye ku li Hewlêr, Soran, Duhok 36 baregehên îstîxbaratî û leşkerî hene. Ev dagirkeriyekî eşkereye. Mixabin demekiye Tirkiye baregehê li Heremê bicîh kiriye.”
Parlementoya Heremê 2003 an de ji bo leşkerên Tirk derbikeve biryar girtibû
Soran da diyar kirin ku, Parlementoya Kurdistan di sala 2003 an de biryarekî ji bo ew hêz, artêş, leşkerên Tirkiye ku di nava li Herema Kurdistanê de ye derbixe girtibû. Soran di dewama axaftina xwe de wiha axifî: “Alî qanûnî de hîç bingeha wan a hatin û mayinê nîn e. Lê belê nebûnê helwest ji bo wî ye ku Hukumeta Heremê ew leşkerana aniye. Bûye sedem ku Hukumeta Heremê bibe şûnê tespît kirina cîh û warê PKK û were bomberan kirin.”
‘Mafê Tirkiye nîn e axa Heremê bomberan bike û leşker bîne’
Serokê Herema Kurdistan Nêçîrvan Barzanî wiha gotibû ku, “Tirkiye bi hêz e, baş li hedefên xwe dixe. Pêwîstî bi îstîxbaratê me nîn e.” Di vê çarçoveyê Soran bi van gotinan bersivî Nêçîrvan Barzanî da: “Sedem nîn e ku Tirkiye bî hêz û PKK li navçeyên Heremê ne. Ev nabe hinceta rewa dîtina êrîşên Tirkiye. Mafê Tirkiye nîn e axa Heremê bomberan bike û leşker bîne.”
Di navbera PDK û Tirkiyeyê de hevpeymanekî 50 salî heye
Soran: “Şer li Herema Kurdistanê ye. Bê helwestbûna sedemê desthilatdaran û bi taybet yê Partî Demokratî Kurdistan (PDK) girêdayî hevpeymana 50 salî ya ku ji bo neft bi Tirkiye re hatiye kirine. Bûye sedem ku PDK leşkerên Tirk bîne axa Heremê. Di nava ew hevpeymanê de hinek xalên ewlehî hene ku girêdayî PKK ye. Ew jî ji bo agahî dayin, ji bo Tirkiye ji PDK hezbike her tiştî ji bo Tirkiye vekirî dike.”
Soran, têkiliya di navbera PDK û Tirkiye ev got: “Ev jî tespîtekiye ku di navbera wan de ji bo anîna leşkerên Tirk bîne Heremê rêkeftinên aborî û ewlehî hene.”
‘Hîn Herema Kurdistanê nebû PKK li vir bû’
Soran, da zanîn ku ‘Hîn Herema Kurdistanê nebû PKK li vir bû’ dû re ev got: “PKK li ser axa Heremê Kurdistanê ye. Ev der axa Kurdistanê ye. Çawa ku em jî parçeyên dîtir wek axa Kurdistanê dibînin ew jî bi heman şêweyê ev der axa dibînin. Ji xwe hîn Herema Kurdistanê avanebûbû PKK li axa Kurdistanê bû.”