DÛZ XÛRMATÛ – Kampanyaya îmzeyê ku ji aliyê Jinên Ciwan ên Tekoşer û Ciwanên Welatparêz ve di çarçoveya Pêngava “BIRÛXÎNE” ya Seferberiya Heftanîn de dabû destpê kirin li seranserê Başurê Kurdistanê didome. Ji bo leşkerên Tirk ên dagirker ji axa Başur û Iraqê derbikeve kampanya duh ji aliyê Ciwanên Welatparêz ên Dûz Xûrmatû ve hat destpêkirin.
Li dema komkirina îmzeyê li Dûz Xûrmatû, gel germahiyek mezin nîşan da. Gelên Erep û Turkmen jî tevlî kampanyaya îmzeyê bû. Duh di nava çend seaten de 500 îmze hat komkirin.
Dema îmze komkirinê ciwana nêrîne anî ziman.
“Ji bo em bêdeng nemînin li hember dagirkirina axa Başurê Kurdistan helwestê xwe nîşan bidin me destbi îmze komkirinê kir.”