NAVENDA NÛÇEYAN – Jinên Ciwan ên Têkoşer bidaxuyaniyek nivîskî balkêşan ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li ser jina û gotin; “DewletaTirk a dagirker, di roja ku berxwedana mezin ya li zindana Amedê pêşketî, dîsan êrîşê jinan kir. Tirkiye li hemberî siyaseta jinê disa diyarkir ku xeta ku bi destê jinê hatiye avakirin, dixwaze tune bike. Dewleta Tirk kujerê jinane.”
Berfirehiya daxuyania Jinên Ciwan ên Têkoşer wiha ye:
Armanca van operasyonên ku li hemberî jinan tên kirin, siyasî ye, qirkirina jinê ye û têkbirina deskeftiyên ku bi destê jinê hatiye avakirine. Dewleta faşîst, qirker Tirkiye dijminê jinan û siyaseta jina ye. Ji ber vê yekê êrîşê jinê dike. Bi êrîşên xwe dixwaze têkoşîna azadî û wekheviya jinan ji holê rake û rêxistinkirina jinan belav bike. Ev êrîşekî pergala zilamsalariyê ku dixwaze îradeya jinan binpê bikeye. Berxwedaniya jina Kurd di cîhanê de bûye sembola berxwedana jinên cîhanê.
Dewleta Tirk a dagirker, îro li Bakurê Kurdistanê operasyonên qirkirinê li ser jina Kurd kiriye lê em dizanin ku li Parîs, Silopî û Kobanê jinên berxwedêr yên Kurd çawa qetilkiriye. Dewleta Tirk a dagirker kûjerê jinane.
Ev êrîş bi destê dewleta Tirk a dagirker li hember jinan tê kirine. Çawa ku îro li Bakur bi operasyonên binçavkirinê êrîş dike, li Rojhilat di şexsê Zeynep Celaliyan de jî êrîşa jinan dike.
Em wek Jinên Ciwan ên Têkoşer yên Başûrê Kurdistanê, van êrîşane bi tundî şermezar dikin. Li kuderê dibe bila bibe li hember dijminê faşîst yê Tirk em ê tekoşîna jinê li her çar parçeyên Kurdistanê mezin bikin. Êrîşên wan ên qirkirinê em ê bi rêxistinkirina jinên ciwan û jinan bersivan bidin.