QENDÎL – Ji alî Meclîsa Ciwanên Binarê Qendîlê ya Ciwanên Welatparêz ve di bin Pêngava “BIRÛXÎNE” ya Seferberiya Heftanînê de li Qendîl ji bo bîranîna Şehîd Helmet (Diyar Xerib) turnuvaya futbolê tê li darxistin.
Turnuvaya futbolê di 5’ê Tîrmehê de bi lîstîka çar tîman destpêkir. Her roj 2 tîm dilîze.
Bi lîstika lîstikên duh şev ve tîmên fînal û roja fînalê diyar bû.
Encama duh şev:
Zengilan – 1-0 – Helokanî Pişder
Bi vî lîstikê re Zengilan û tîpa Lawanî Zewe derbasî finalê bû.
Fînal wê di 16’ê Tîrmehê de were lîstin.
18 tîm beşdarî turnuvayê bûn û her tîm ji 9 ciwanan pêktê. Ji hemû heremên Binarê Qendîlê û derdora wî beşdarbûn çêbû.