ŞEHBA – Panela Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya şaxê herêma Efrînê ya bi diruşmeya “Şerê gelê şoreşgerî mîsogeriya jiyana azad e” duh li hola Çiyayê Kurmênc a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê dest pê kir. Panela ku 200 delege beşdar bibûn îro bi dawî bû.
Di roja duyemîn a dawî ya panelê de mijara şerê taybet û bandora wê li ciwanan û şerê gelê şoreşgerî hatin nîqaşkirin.
Endamê rêveber ê Komîteya Ciwanan a kantona Şehbayê Nacî Selama şerê taybet pênase kir û îşaret bi bandora vî şer li ser civakê bi giştî û ciwanan bi taybet kir. Selama got: “Şerê taybet xwe dispêre teknîka pêşketî ku rekam û propgendaya li ser welatê hedefgirtî lingên wê ne. Herî zêde çînê ciwanan dike hedef. Şerê taybet, wekî têgeh dema şerê cîhanê yê duyemîn de derket û bi demê re bi awayekî mezin pêşket. Li gelek deverên cîhanê wekî meteryalekî perwerde li ser tê dîtin, ku ji aliyê NAOT’ê ve hate damezirandin, ji ber projeyên dewletên mezin hikum dike û destek didê.”
Nacî Selama bal kişand ser stratejiya şerê taybet û got: “Stratejiya şerê taybet, çewisandina çandî û jikokrakirina gelan e, bi taybet pêşxsitina rêgezên dewletîbûn, ezezîtî di zihniyeta ciwanan de. Mîna vê di kiryarên DAIŞ’ê yên li dijî şûnwarên Reqayê û kiryarên Tirkiyê li Efrîn û deverên din ên dagirkirî de diyar dibin.”
Beşdaran derbarê çawaniya parastina ciwanan ji siyasetên şerê taybet nêrînên xwe parve kirin. Hate gotin ku divê ciwan xwe di mijara rêbazên şerê taybet, encam û bandorên wê kûr bikin. Her wiha pêngavên têkoşînê li dijî şerê taybet werin lidarxistin û ciwan jê werin hişyarkirin.
Di mijara duyemîn a panelê de ya bi navê şerê gelê şoreşger, hate gotin ku şerê gelê şoreşger xeta parastin û berxwedanê temsîl dike ya bi destpêka derketina mirovahî û civakan re derket. Her wiha hate diyarkirin ku piraniya şoreşên gelan mînakên şerê gelê şoreşger ê serkeftî ne.
Beşdaran diyar kirin ku şerê gelê şoreşgerî pêşniyarên alternativ ê şerê taybet e, şerê gelê şoreşgerî berxwendeke hevgirtî ye, di hemû dem, ast û qadên jiyanê de derbasdar e.
Panel bi diruşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.