KERKÛK – Endamên Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê li Kerkukê ji bo leşkerên Tirk ên dagirker ji axa Başûr û Iraqê derbikeve di çarçoveya kampanyaya îmzeyê de, komkirina îmzeyan didomînin. Ciwanan heta niha bi hezaran îmze komkirine.
Li ser navê Ciwanên Welatparêz Amed Kerkûkî axivî û got: “Îro me li taxa Bazarê dest bi komkirina îmzeyan kiriye. Em hatine dawiya kampanyayê. Em dizanin îmze komkirin heta astekî sûda xwe heye. Wê ji vir şûn ve çalakiyê me yên wek meş û cûda cûda hebin”
Ciwanan, kes bi kes, dikan bi dikan, mal bi mal û kolan bi kolan geriyan û ji hemwelatiyan îmze komkirin. Şêniyên Kerkûk bi germahiyek mezin eleqerbûnên xwe nîşanê ciwanan da.