BEHDÎNAN – Peyama pîrozbahiyê ya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ji Fermandariya Eyaleta Botanê şandî wiha ye:
“14’ê Tîrmeh derengiya şevê ev çalakiya ku yekîneyên taybet ên dijmin kiriye hedef û derbên giran li dijmin hatiye xistin, çalakiyeke serkeftî û taktîkeke çalakiyê ya mînak e. Demeke dirêj kontrolkirina dijmin û kontrolkirina hemû tevgerên wan, li qadeke ku dijmin bi xwe bawer bû li gel teknîka zêde jî derbên giran li dijmin hatiye xistin. Ev şêwaza çalakiyê ku kiriye ziyaneke mezin bigihije dijmin, şêwazeke li gorî rihê serdema nû yê gerîla ye.
Li gel zelalbûna cezakirina bi kêmanî 5 tîmên taybet ên dijmin û rûxandina stareya ku bi kêmanî 10 endamên tîmên taybet tê de, rûxandina stesyona bazê ya dijmin weke çalakiyeke têra xwe balkêş, serkeftî a gerîlayên modernîteya demokratîk derketiye holê.
Ev çalakî ya bi şêwaza ku bibe bersiv ji êrîşên dagirker re ên dewleta faşîst a TC’ê ya li ser Kurdistanê, hem polîtîkaya şerê taybet a dagirkeran pûç kiriye, dijmin têk biriye.
Bi vê çarçoweyê em hemû fermandar û şervanên ku di vê çalakiyê de cih girtine bi hezkirin û hurmetê bi bîr tînin, bi hêviya ku ev performansa ku hatiye zevtkirin bidome, serkeftinên mezin dixwazin.”