NAVENDA NÛÇEYAN – Jinên Ciwan li ser Şoreşa Rojava ku di 19’ê Tirmehê de wek çirûskek belav bû, nerinê xwe anîn ser ziman. Bi şoreşê re çi di jiyana jin de hate guhertin û çi pêş ket, derbarê vê jinên ciwan ji nûçegihanê me re axivîn.
Jina Ciwan a ji Qamişlo bi navê xwe Hebûn li ser şoreşa Rojava wiha nerinê xwe anî ser ziman:
“Beriya şoreşa 19’ê Tirmehê li Rojava û heman demê de Kurdistanê giştî bin desthilatdarî de bu. Zext li ser jin hebû, jin her li malê bû, mafê vê hatibû tunekirin. Bi şoreşê Rojava re li vir mafê jinê hatiye bidestxistin. Eger em vegerin civaka xwe yê xwezayî wir da kominal jiyan dikirin jin û zilam bi hev re alîkar bûn vê demê, desthiladarê vê demê tine bû, bi derketina dewletbûyînî re desthiladarî pêşket. Mafê jinê hate tunekirin, ji ber ku îro em hember vê desthiladariyê bisekînin, hember dijmin bisekînin em vegerin civaka xwezayî. Em Rojava da dibînin ku di şaredariyên me de, meclîsên me de bi hevserokê xebat tê meşandin. Li vir mafê zilam nîne ku nerînên jin guhdar neke, mafê jin tune bike. Niha ew derfetê jinê heye ku ji her aliyê ve xwe pêşbixe. Îro bi bandorîya kapîtalzmê re nerînekê wisa ava bûye ku jinên Ewrupa yên pêşketine lê na, yê ku herê pêşketî yê bi fikrê xwe azad be ye, yê azad cewherê xwe dûr neketî be. Lê em dibinin îro jinên Ewrupa bin siya zilama de ne, cewherê xwe dûr ketiye. Wekî îro em dizanin divê jin xwe azad bike çawa azad bike bi riya perwedeyan re bi riya rêxistinbûyînê da em bêhtir xwe pêş bixin, em ê bêhtir hember zîhniyeta zilam û dijmin bisekînin.”
Wella Omar ji bajarê Qamişlo derbarê jin û şoreşê ev tişt anî ser ziman:
“Jin bingehê jiyanê ye, dikare bi ramanê xwe, xwe bigihîjînê her astî, xwe pêş bixê. Dixwazin çil û bergên kurdî xirab nîşan bidin, bi vî awayî me ji çandî me dûr bixin, dibejin ne xweşikin dixwazin em wan çilan li xwe nekin. Dixwazin me ji çanda me dûr bixin ji bo em nasnameya xwe heman demê wenda bikin. Her wiha me cewherê me dûr dixin û dagirkeriya zilam ser jin pir heye ji ber ku naxwazin jin xwe pêşbixe ji ber ku ji hêza jinê ditirsin.”
Endama Komîteya Dîplomasî ya PYD’ê Şenaz li ser 19’ê Tirmehê wiha axivî:
“Şoreşa me ya Rojava, bi jinan hate nasîn, ji ber ku jin xwe li Rojava her alîyê de ispat kir. Berîya şoreşê jin di bin desthiladariyê de bû. Dema jin xwe rêxistin kirin pêş ketin. Em dema dibejin şoreş, jin tê ber çavê me taybet jinên ciwan. Ji ber vê jî em bi taybetî dixwazin jinan pêş bixin, ji ber ku em dizanin ev pêşengên civakê ne. Şoreşa me bûye mînak ji gelek deveran gelek kesan re.”
Jina Ciwan Maya ku di nava xebatên PYD û kantona Qamişlo de cihê xwe digre, 19’ê Tirmehê pîroz kir û ser rolê jin di şoreşê de axivî:
“Em dizanin ku rola jinan pir mezin bû di vê şoreşê de, me gavên pir mezi avêt. Wek Serokatî ji dibêje ‘Şoreş, Şoreşa jinê ye.’ Me wek jin me rolek giring di Şoreşê de listiye. Û wekî em dizanin bi 19’ê Tirmehê re pêşketin di jiyana jin de çebûye, a niha jin li her derê erk girtiye, berê jin tenê li malê bû, zarokan xwedî dikir lê niha kêm zêde em wek jin gihane çareseriyekî, di milê sîyasî de be leşkerî de be. Heza me ya YPJ’ê jî serkeftinekê pir mezine ji bo me jinên ciwan. Jin bi şoreşê re pêşket, mafê xwe daxwaz kir û di encamê de girt. Di dawî de ez dixwazim bang li hemû jinan bikim ku ger tundî li ser wan hebe qet qabul nekin, mafê xwe bixwazin, hebûna xwe biparêzin.”
Endama YJC’ê Medya Nesredin Şoreşa 19’ê Tîrmehê li hemû gelê Rojava û cihanê pîroz kir û li ser bandoriya şoreşê a ser jinê axivî:
“Bandora şoreşê ya herî mezin li ser jin bû, bi taybet ser jinên ciwan bû. Em jî wek YJC dixwazin xwe bi fikrê Serokatî re zêdetir pêş bixin, rêxistin bikin.”