NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz li Amed û Stenbolê çalakî kir.
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz ragihand ku yekîneyên wan 15’ê Tîrmehê li Amedê, li taxa Konakê ya Farqînê li dijî wesayita zirxî ya li bem Dibistana Navîn a Farqînê bi bombeyên bi tesîra parçeyî çalakiyek kirine, di çalakiyê de tespît bûye ku du polîsên Tirk birîndar bûne û li gel ku tîmên taybet ên Tirk herêm dorpêç kirine jî yekîneyên wan bi rengekî ewle ji qadê derketine..
Yekîneya tolhildanê her wiha got wan ev çalakî ji bo bîranîna Şehîd Zana Farqîn kirine ku 7’ê Tîrmehê li Qadên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye û ji bo bîranîna Şehîd Agîd Cûdî.
Yekîneyên Tolhildanê di daxuyaniya xwe de bi berdewamî ragihand 14’ê Tîrmehê li Bismilê ya Amedê du trafoyên saziyên elektrîkê hatine şewatind.
15’ê Tîrmehêj î li Stenbolê, li ser xeta Kadikoy Bostanciyê 3 wesayitên faşîzmê hatine şewitandin.