NAVENDA NÛÇEYAN – Wê bi pêşengiya RJAK’ê bi dirûşemeya ‘Belê ji bo berxwedana dijî dagirkeriyê’ li bajarê Silêmaniyê meşek girseyî were lidarxistin. Bi vê boneyê Jinên Ciwan ên Têkoşer bang li hemû jinan kir daku tevlî meşa dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê bibin..
Tê payîn di 22’ê Tîrmehê de saet 17:00’an bi pêşengiya RJAK’ê, dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşek girseyî, li bajarê Silêmaniyê rêya Salim heya ber derê Baxê Giştî pêkwere. Armanca meşê, şermezarkirina êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistan û helwsta dijî dagirkeriyê ye.
Bi vê boneyê Jinên Ciwan ên Têkoşer bi daxuyaniyek nivîskî bang li hemû jinan kir da ku tevlî meşa dijî dagirkeriyê bibin.
Di daxuyaniyê de ev tişt ahtin gotin:
“DewletaTirk a dagirker, bi êrîşên xwe yên hovane bi taybet jin û jinên ciwan ku ji bo civakê tune bike dike hedefên xwe. Di demên dawî de bi her awayî êrîşên xwe li ser jin û li ser axa me pêktîne. Em di çarçoveya ji bo êrîşên dagirkeriya Tirk bidin rawestandin, 22 mehê de dimeşîn. Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo rawestandina êrîş û destdirêjiya li ser ax û welatê me bibin yek deng, yek renk û yek nefes. Ji bo Vê jî em werin em bi hevre bibin hêz û ji bo axa xwe mil bidin mile hev.”