ŞIRNEX – Li Çiyayê Cûdî ya ku hefteya borî bi tevlîbûna bi hezaran leşker operasyonek hatibû destpêkirin, şewata ku di saetên şevê de destpê kir, hê jî dewam dike.
Şewata ku taybet li devera daristan a Nevava û Cifane ya destpê kir, ji aliyê leşkeran ve bi zanabûn hatiye pêxistin.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku tevî hemû serlêdanan rê nehate dayîn ku mudaxele bê kirin.
Li aliyê din şewata li bajarokê Gundikê Melê derketibû jî dewam e.
Şewat ji navenda Gundikê Melê tê dîtin.
Şewata di encama gulereşandina ji Qereqola Akdizgîn a li bajahiya navçeya Basan a Şirnexê de agir bi daristanên Çiyayê Gabarê ket. Şewata duh saetên şevê derket, di saetên sibê de li devera daristan a navbera bajarokê Findik û Basanê de dom kir.