NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Rêveber a HBDH’ê ji bo bibîranîna Ûlaş Adali yê ku di 21’ê Tîrmeha 2017’an de şehîd bûbû daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Rêheval Ûlaş Adali (Gokhan Taşyakan) sê sal berê îro li qadên şer ên şoreşger şehîd bû.
Rêheval Ûlaş Adali di temenekî ciwan de, di dema lîseyê de tevlî nav têkoşîna şoreşger bû. Rêheval Ûlaş di ciwantiya xwe de ji protestoyên YOK’ê heta protestoyên NATO’yê di warê rêxistinkirina çalakiyên girseyî yên şoreşger peywireke çalak wergirtibû. Di dema berxwedana Geziyê de jî li qada Taksîmê di refên pêş ên barîkatên berxwedanê de cih girtibû.
Dema ku Berxwedana Kobanê hate destpêkirin wekî şoreşgerekî Tirk ê enterasyonalîst tevlî nav Hêzên Azadiya Yekgirtî (BOG). Li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê gelek caran di eniyên pêş ên şer de peywir stend û bi helwesta xwe ya biryardar û şervanî ji hemû rêhevalên xwe re bû mînak.
Di kongreya avakar a DKP/BOG’ê de bû delege, di warê zelalbûna xeta şer a şoreşgerî ya partiya xwe tevkariyên wî yên mezin hene.
Rêheval Ûlaş Adali di xebatên avakirina HBDH’ê de peywir stend û ji bo tevkariyeke xurt li têkoşînê bike çûbû Herêmên Parastinê yên Medyayê.
Piştî şehadeta rêheval Ûlaş Adali HBDH îro li metrepolên Tirkiye û çiyayên Kurdistanê bi çalakiyên xwe agirê şoreşê gurtir dike. Alaya têkoşînê ya Ûlaş Adali di destê gerîlayên têkoşîna Şoreşa Yekgirtî didomînin, li Tirkiye û Kurdistanê li ba dibe.
Îro têkoşîna Şoreşa Yekgirtî roj bi roj mezintir dibe. Gerîlayên li çiyayan li ber xwe didin, li bajaran milîsên ku xewnên faşîstan dikin kabûs û hêzên şoreşa yekgirtî ya ku li her qadê berxwedanê geş dikin, bûne kabûsa faşîzmê.
Soza me ji rêheval Ûlaş Adali ev e ku em şoreşa Tirkiyeyê pêk bînin û li ser vî esasî têkoşîna Şoreşa Yekgirtî li her qadê xurt bike.”