NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz a daxuyaniyek da, ragihand ku li devera Bejahî ya Leşkerî ya Yenîdogan a naveçya Kuçukçekmece ya Stenbolê çalakiyeke ya sabotajê kirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku kuleyeke ya nobedariyê hatiye bêbandorkirin û ev hate gotin: “Li ser aqûbeta leşkerê nobedar an jî leşkerên li nobedê ti agahiyek nehatiye girtin. Piştî çalakiyê yekîneya me bi silametî ji deverê derketiye.”
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz bi domdarî got: “Ev çalakî me diyarî Rêber Apo kiriye. Ji bo moral û hêzê bidin hevrêyên xwe yên li çiyan li ber xwe didin, heta ku bajaran li faşîzmê bikin goristan wê têkoşîna me bidome.”