SILÊMANÎ – Heta niha zêdetirî sed jinan berhemên xwe pêşkêşî Yekemîn Pêşbirka Şêwekarî, Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Şehîd Şînyar Kawa (Sarîna Sarya) a bi pêşengtiya Jinên Ciwan ên Têkoşer li Başûrê Kurdistanê hatî destpêkirin kirine.
Yekemîn Pêşbirka Şêwekarî, Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Şehîd Şînyar Kawa (Sarîna Sarya) ji bo bîranîna Şehîdên Şeladizê tê lidar xistin. Pêşbirk di 5’ê Tîrmehê de destpêkir û tenê jinên ciwan ên ku temenê wan di navbera 16-28 dikare tevlî dibin. Jinên ciwanên ku dixwazin tevlî bibin berhemên xwe heta 1’ê Tebaxê dikarin pêşkêş bikin.
Rojane jinên ciwanên ji bajar û navçeyên cuda yên Başûrê Kurdistanê berhemên xwe pêşkêş dikin. Li gorî agahiyên komîteya amadekar a pêşbirkê dane, heta niha zêdetir 50 jinên ciwanan bi tabloyên şêwekariyê û wêne tevlî bûne. 56 jin jî bi çîrok, helbest û nivîsên xwe tevlî bûne.
Wê li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê di 8’ê Tebaxê de bi merasîmekê encamên pêşbirkê werin diyarkirin û xelatên werin dayîn.
Jinên ciwan ên ku bixwazin berhemên xwe pêşkêş bikin dikarin li ser van navnîşanan berhemên xwe bişînin, yan peywendiyê çêbikin.
* Navenda Jinên Ciwan li Silêmanî
E-maîl: [email protected]
Facebook: ژنانی گەنجی تێکۆشەر
Whatsapp: 07812449880
Telegram : 07812449880