BEHDÎNAN – KCK’ê di peyama xwe de bal kişand ser rolê damezrînerê Tevgera Goran rehmetî Newşîrwan Mistefa ku kesayetek rewşenbîr, xwedî ezmûn û karîzma bû û karî rûpeleke nû di dîroka siyaseta Kurdistan û bi taybetî Başûrê Kurdistanê veke.
Naveroka peyama KCK’ê ya ji bo Tevgera Goran wiha ye:
“Bi boneya yazdemîn salvegera damezrandina Tevgera Goran, em pîrozbahiyê pêşkêşî Rêberê Tevgerê rehmetî Newşîrwan Mistefa û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê, we birêz alîgirên tevgerê û hemû gelê Kurdistanê dikin. Em hêvîdar in di xebat û têkoşîna ji bo azadî, demokrasî, dadperwerî û yeksaniyê de serkeftî bin.
Tevgera Goran di dîroka xebata siyasî û sivîl ya Başûrê Kurdistanê de ezmûnek giring û destpêkek nû ye.Tevgera Goran bi pêşengtiya rehmetî Newşîrwan Mistefa wek kesayetek rewşenbîr, xwedî ezmûn û karîzma karî rûpelek nû di dîroka siyasî ya Kurdistan û bi taybetî ya Başûrê Kurdistanê de veke. Ya ku Kak Newşîrwan rêbertî jê re dikir, guhertina di hişmendiyê, çandî, civakî, desthilat, cesaret û jêhatîbûyîn bû di rexnekirina hemû pîvanên siyaseta heyî ya li Başûrê Kurdistanê de bû.
Her wiha Tevgera Goran ji bo xebata netewî û demokrasî ya parçeyên din ên Kurdistanê bi ruhê netewî û berpirsyarane nêz bûye. Vê yekê di pratîk û gotinê de piştrast kir. Ji bona wê bû hêviyek ji bo gelê me û di demek kurt de piştgiriya gel ji bo rêbaza xwe mîsoger kir. Her wiha bi piştgirîdayîna gel bû ku heya niha wek faktorek sereke di siyaseta Kurdî de çalak e û di guhertinan de xwedî rol e.
Em hêvîdar in ku Tevgera Goran bikare li ser rêbaza Kak Newşîrwan di siyaseta Kurdî de avakirin û nûbûnan çêbike. Bi piştgirî, hêz û îradeya gelê Kurdistanê hîn zêdetir ji caran bikare di pêşketin û guhertinan de rol bilîze. Bi taybet di demek ku hemû Kurdistan ketiye li ber pêla dagirkerî û enfalê ya dewleta Tirk a faşîst, Tevgera Goran dikare bi xûrtkirina ruhê yekîtiya netewî û rêxistinkirina berxwedaniya li dijî dagirkeriyê rolek dîrokî bilîze.
Bi vê boneyê dubare em we pîroz dikin, bi giyan û bîranîna rehmetî Newşîrwan Mistefa hêviya serkeftinê ji we re dixwazin.”