NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger dibin durişmeya “Em ê Bi Rihê Ciwanên Apogerî, Dagirkeriyê Tune bikin û Şerê Gelê Şoreşgerî Serbixin” Konferansa xwe ya Herêma Cizîrê wê li dar bixe. Ji bo tevlîbûna Konferansê Ciwanan bi daxuyaniyeke nivîskî bangî tevahî Ciwanan kirin.
Daxuyaniya Ciwanan wiha ye;
“Li hemberî dagirkirina axa me û qirkirina Çandî, em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger rêxistinbûyina xwe xurt dikin. Bi rihê berxwedana Cenga Heftanînê, têkoşîna Gelê Kurd li her derê mezin dikin. li ser vê esasê di 10’ê meha Tebaxê de bi dirûşmeya “Em ê Bi Rihê Ciwanên Apogerî, Dagirkeriyê Tune bikin û Şerê Gelê Şoreşgerî Serbixin” Konferansa xwe ya Herêma Cizîre li dar dixin. Li ser vî esasî em bangî hemî Ciwanên Şoreşger dikin da ku werin tevlî konferansê bibin”.
Cih: Rimêlan / Saleya Aram Tigran
Dîrok: 10.8.2020 Dûşem
Dem: 08:00