Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – ‘Dagirkeriyê rewa û qebûl nekin’

PDKʼê gok avêt ber lingê rêveberiya Bexdayê. Bi vî awayî hewl dide ji berpirsyariyê bireve.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
28/07/2020 - 0:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
ANALÎZ – ‘Dagirkeriyê rewa û qebûl nekin’
ParvekeTweet

“Dewleta Tirk tevgera xwe ya dagirkirinê li Başûrê Kurdistanê bi êrişa li ser Heftanînê didomîne. Li dijî van êrişan gerîla canbexşane li ber xwe dide. Jimara kuştî û birîndarên dewleta Tirk zêde ne. Eşkere ye ku dewleta Tirk di şerê li Heftanînê de bi bin dikeve. Lê di êrişa dagirkirina Başûrê Kurdistanê de bi israr e. Tê fêhmkirin ku hêzên van êrişan erê dikin û destek dikin hene. Demên dawî dewleta Iraqê zêdetir li dij derdikeve. Lê hêzên ku esas dê helwesta wan bi bandor be Emerîka û rêveberiya Başûrê Kurdistanê di vê mijarê de dijderketineke ciddî raber nekirin. Dema em dibêjin rêveberiya Başûr em behsa helwesta PDK’ê dikin. PDKʼê gok avêt ber lingê rêveberiya Bexdayê. Bi vî awayî hewl dide ji berpirsyariyê bireve. Demên berê kengî der barê Başûrê Kurdistanê de rewşek heba PDKʼê xwe dida pêş. Lê vê carê dibêje Iraq berpirse. PDK ku nedixwest Iraq têkelî mijarên der barê Başûrê Kurdistanê de bibe, niha dibêje bila Iraq sînoran biparêze. Ya rastî, dixwaze bêje bila gerîlla ji wan herêman bê derxistin. Tişta ku bi xwe nikare bike, davêje ser stûyê Iraqê. Bi herhalî dixwaze Iraq û PKK’ê bîne beramberî hev, piştre jî tevlî pîlana ji herêmê derxistina gerîlla bibe. Ya rasttir armanca wê ew e, ji êrişên dewleta Tirk bi vî rengî sûdê bigire.

Dikare bê pirsîn çima ev rewş wiha tê şîrovekirin? Hûn zanin şandeyek parlemena Başûrê Kurdistanê ji bo di cih de lêkolîna êrişên dewleta Tirk li dijî Heftenînê pêk bîne çû herêmê. Endamê şandeyê yê PDK’yî hin gotin kirin. Gotinên wî hebûna pîlanek wiha tîne bîra mirov. Endamê şandeyê yê PDK’yî dibêje êrişên dewleta Tirk zirar û ziyan daye gundan û gelek gund hatine valakirin. Ji bo êrişên dewleta Tirk hebûna PKK’ê mîna hincet nîşan dide. Dibêje li gorî hiqûqa navnetewî divê Iraq vê meselê çareser bike. Dîsa heman endamê şandeya PDK’ê dibêje ji bo bi dewletên cîran Tirkiye û Îranê re pirsgirêk çênebin, divê PKK û partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji herêmên lê ne derkevin. Paşê dixwazin parlemen vê meselê li gel PKK û partiyên Rojhilat biaxive û çareser bike. Gelo ev gotin tên çi wateyê? Dixwazin parlemen û partiyên din yên Başûr bikin hevkarên pîlana dewleta Tirk û PDK ya salan ku her demê zext kirin ji bo gerîlla ji herêmê derkeve. Ya rast em ne bawerin parlemen û partiyên Başûrê Kurdistanê vê bipejirînin. Ne pêkane endamên din yên şandeyê tevlî heman nêrîna endamê PDK’ê bibin. Ji ber ku ew rapora PDKʼê difikire diyar bike pir talûke ye. Jixwe dijminên Kurdan jî dixwazin raporek wisa were nivîsandin.
Heke şande der barê rewşê de bi vê nêrînê raporê amade bike, dê wê demê êrişên duh, îro û sibe yên dewleta Tirk hemû rewa bibin. Dê berê êrişên wisa vebe. Dewleta Tirk jî dê bêje Kurdên Başûr min mafdar dibînin û êrişên xwe zêde bike. Lewma nivîsandina raporek wisa dê bibe xiyanet li gelê Kurd.

Ya herî xirab ew e, bi navê parlemenê raporek bê amadekirin ku têde PKK û gerîlla mîna sedema êrişên dewleta Tirk bên nîşandan, ev tê wateya şerê di navbera Kurdan de. Tê wateya ragihandina şer li dijî gerîlla. Ev rewş dê şerekî li dijî gerîlla rewa bike. Dê bi vî rengî ji bo şerê di navbera Kurdan de, ji bo ‘Birakujiyê’ pîlanekî wisa çêkin.

Beriya parlemen û hikûmeta Başûr hebe li çiyayên Kurdistanê hemûyan gerîlla hebû. Heta ger li Başûrê Kurdistanê qezenc hene, statuyek bi dest ketiye bi saya hebûna gerîlla li wan herêman e ku niha dixwazên jê derxin. Qezencên Başûr bi qasî gelê Başûr, encama ked û têkoşîna li çar aliyên welat e. Bandora tekoşîna siyasî û civakî ya li seranserê welat û para wê bê nîqaş e. Nabe ku ev rastî neyên dîtin.

Ti kes, hele ti sazî û dezgeheke Kurd nikare bêje sebeba êrişên dewleta Tirk PKK û gerîlla ye. Dijberî wê PKK û gerîlla li dijî dewleta Tirk ku dixwaze qezencên Kurdan hemû têk bibe û Kurdan tine bike, li ber xwe dide. Gerîlla li dijî dagirkirina Başûrê welat li ber xwe dide. Ji vî alî ve, mîna ku endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan jî bang kirî, divê pêşmerge biçe li kêleka gerîla, di heman sengerê de li dijî dagirkeran şer bike û li ber xwe bide.

Divê em jî wekî deng û wijdana gel bang li şandeya çûyî herêma Heftenînê û siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê bikin; ti tiştekî ku dagirkerî û êrişên dewleta Tirk rewa bike, qebûl nekin. Li ber wan bahaneyên pîlankirî rabin ku dê bibin sebeba şerê di navbera Kurdan de. Destûr nedin rêya êrişên dijminên Kurdan firehtir bibe. Lewma em bawer in ku piraniya parlemenê dê raporek ku PKK hêceta êrişan nîşan bide, qebûl neke. Lê divê hin endamên PDK’ê jî dev ji gotinên di vî warî de berdin.

Şandeya lêkolîna êrişên dewleta Tirk yên li ser Heftenînê, divê eşkere bike armanca êrişan dagirkerî ye. Divê bê gotin bi van êrişan dewleta Tirk zirareke mezin dide can û malê gel. Divê bang li gelê Kurd hemû, Iraq û hêzên navnetewî bike da ku li dijî êrişên dewleta Tirk xwedî helwest bin.

Wê demê dê helweta netewî ya tê xwestin bi navê parlemena Başûrê Kurdistanê xwe nîşan bide. Hêvî ji parlemen û rêveberiya Başûrê Kurdistanê ev e.

Bi wê hêviyê ku ti hêz û partiya siyasî ya Kurd destûrê nede helwestek e ku êrişên dewleta Tirk rewa dike û rê li birakujiyê vedike…”


ÇAVKANÎ: Yeni Özgür Politika – Gulîstan ÇIYA ÎKE

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 28’Ê TÎRMEHA 2020’AN

Nivîsa Pêş

‘Tola salan ji jinan hiltînin’

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
‘Tola salan ji jinan hiltînin’

'Tola salan ji jinan hiltînin'

Dagirker leşkeran sewqî gundên Til Temirê dikin

LEZGÎN - Dewleta Tirk a dagirker li Minbicê komkujiyek pêk anî: 6 Sivîl Şehîd bûn, 6 jî birîndar bûn

Manşet

  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.